Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) –EBNA-Sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Îranê di hevdîtina tev Serokê Herêma Kurdistana Iraqê da got: Hemî etnîk û mezheb li Iraqê birayên nêzîk ên Îranê ne û ewlehî û istiqrara Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Îranê esaseke e.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî di vê hevdîtinê da got: Piştî seredana Serokomar Pêzêşkîyan demsaleke nû ya hevkarîyan dest pê bûye ku dê encamên wê ji bo gel şênber bin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: Em rê nadin ax û sînorên Herêma Kurdistanê bibin serekanîya gefê.
Serepeyv
Your Comment